26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pisporekî yasayî: Protokola Amerîka û Kurdistan dê bandorê li pirsa serxwebûnê bike

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Li gor pisporekî destûrî û yasayî, îmzakirina rêkeftina
 
leşkerî ya di navber wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê û wezareta
 
berevaniya Amerîkayê, belgeyeke ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê
 
beşeke ji hêzên berevaniya navnetewî û heman demê de ew rêkeftin wê
 
rasterast bandore li ser pirsa serxwebûna herêma Kurdistanê bike.
 
 
Pisporê destûr û yasayên navnetewî Dr. Ebdulrehman Hacî Zêbarî ji
 
BasNewsê re ragehand: “DAIŞ bûye gef li ser ewlekarî û asayîşa navnetewî
 
ya hemû welatên mezin û bi taybet Amerîka berpirse ji nehiştina vê gera li
 
ser civaka navnetewî. Bi vê armancê jî eger ew protokol li gel herêma
 
Kurdistanê îmza nekiriban, divyabû Çîn, Fransa, Brîtanya, Rûsya û
 
Amerîkayê hêz rêkiriban ku li hember DAIŞê şer bikira.”
 
 
Zêbarî got: “Di asta navnetewî de hêzên Pêşmerge wek hêzekî bi bandor û
 
çalak di bereya dijî DAIŞê de tê zanîn. Ji ber rasterast hêza bi awayekî çalak
 
li hember DAIŞê di şer de ye. Buye remzekî navnetewî. Di vê wateyê de
 
destpêkê berevaniyê li Kurdistanê dike û piştre jî berevaniya navnetewî
 
ewlekarî û asayîşa navnetewî diparêze.”
 
 
Dr. Ebdulrehman Hacî Zêbarî got: “Ev rêkeftin bandorekî rasterast vê li ser
 
serxwebûna Herêma Kurdistanê bike. Ji ber eger referandoma serxwebûnê
 
pêkbê, divê em bizanin ku serxwebûn tenê li dayîkbûn nîne, heman demê
 
de berdewambûne jî.”

Nûçeyên têkildar