26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Jibilî Pêşmerge ti hêzeke din li çeperên bergiriyê tune ne

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje, PKK çend
 
navendên hikûmî li nava Şingalê dagîr kirine û tenê di nava bajêr de û jibilî
 
Pêşmerge ti hêzeke din li çeperên bergiriyê tune ne.
 
 
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Derbo ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Hêzên PKKê 6 navendên hikûmetê li Şingalê dagîr kirine , ew jî
 
tevî ku çend caran me daxwaz ji wan kiriye ku derkevin lê hêj derneketine.”
 
 
Derbo wiha got: “Niha em naxwazin pirsgirêkan çêbikin, lê her demekê ku
 
ew komelgehên di bin destê DAIŞê de li devera Şingalê bên azadkirin, emê
 
wan ji Şingalê derxînin.”
 
 
Li gorî Qasim Dirbo, ti hêzeke PKKê li çeperên şer tune ye û tenê Hêzên
 
Pêşmerge bergiriyê li axa Kurdistanê dikin.

Nûçeyên têkildar