26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Daxwaz ji Waşinton tê kirin alîkariya Şingalê bike..Pêwîstî bi 10 milyar dolar e

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê radighîne ku di 20 vê mehê de li
 
Waşinton dê konferansek bo avakirina Iraqê birêve biçe û di serdana xwe ya
 
dawî de bo Neteweyên Yekbûyî de daxwaza alîkariyeke diyarkirî bo Şingalê
 
jî kiriye.
 
 
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di 20
 
vê mehê de li Waşinton dê konferansek bo avakirina Iraqê ji aliyê
 
Neteweyên Yekbûyî ve birêve biçe û tê de wê welatên alîkarî bexiş beşdar
 
bibin û tê pêşbînîkirin milyarek dolar bê komkirin.”
 
 
Xelîl wiha got: “Di serdana xwe ya 20ê meha borî de bo Amerîka weku
 
şandeke kurdên êzdî me daxwaz kir di wî konferansî de para Şingalê bê
 
diyarkirin. Ji ber ku bo Şingalê û qerebûkirina xelkê û avakirina bajêr,
 
pêdviya Şingalê bi 10 milyar dolar heye.”
 
 
Li gorî Qayîmeqamê Şingalê, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di
 
konfransê Waşintonê de beşdar bibe û tê de daxwaza alîkariyê bo navçeyên
 
azadkirî bike.

Nûçeyên têkildar