26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serkeftinên hêzên Iraqê li Ebadî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahiya
 
serkeftina hêzên Iraqê li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.
 
 
Roja çarşem 13.07.2016 li peywendiyekî telefonî ya di navbera Mesûd
 
Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê de,
 
rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş hate nirxandin.
 
 
Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî pîrozbahiya serkeftinên
 
hêzên Iraqê û azadkirina Firokxaneya Geyare li Serok Wezîrê Iraqê kir û li
 
qonaxên dinê şerê terorîstên Da'îş de, piştrastiyê li berdewamiya
 
hemahengî û karê hevbeşê di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kir.

Nûçeyên têkildar