26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pisporekî leşkerî: Di dîroka kurdan de protokoleke navdewletî wisa girîng nehatiye îmzekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Duhî sêşemê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda Wezareta Bergiriyê ya Amerîka bi serperiştiya Êlîza Slotkîn Cîgira Wezîrê Bergirî yê Amerîka û hejmareke din ji fermandarên leşkerî ji herdu aliyan, protokoleke leşkerî di navbera Hewlêr û Waşinton de hat îmzekirin û pisporekî warê leşkerî jî dibêje, ev protocol dîrokî ye û Pêşmerge rasterast pêşve dibe.

 

Eqîd Rukin Mesûd Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev protokola ku di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin dîrokî ye, bi awayekî ku dîrokê de qet protokoleke wisa girîng ligel kurdan nehatiye îmzekirin. Bi vê protokolê, êdî Pêşmerge dikare beşdarî her operasyoneke navdewletî û her cihekî be, bi awayekî fermî bibe. Ji aliyê zanistên leşkerî ve jî ev protokol dibe sedema bihêzkirina Hêzên Pêşmerge.”

 

Wî pisporê warê leşkerî wiha got: “Amerîka hêzekî Amerîkî navdewletî pêşketî ye li navçeyê û serperiştiya operasyonên li dijî DAIŞê dike, îro jî ku hêzên Pêşmerge li ser çarçoveyeke leşkerî nû û profêşnal tê avakirin û çekên nû digihê wan da ku destkeftên îro yên Herêma Kurdistanê biparêzin.”

 

Salih derbarê rola Serok Barzanî, wiha got: “Bi hewla Serok Barzanî ev protokol hat îmzekirin ji ber ku kariye baweriyê li cem Amerîka çêbike ku Pêşmerge tek hêza ser erdê ye ku kariye şerê terorîstên DAIŞê bike û Amerîka jî ti demekê porotokol ligel ti hêzeke navxweyî mîna Pêşmerge di çarçoveya Iraqê de îmza nekiriye, ku ew jî bi himet û garantiya Serok Barzanî bûye û bi vê yekê jî Pêşmerge rasterasy ber bi pêşve diçe.”

 

Eqîd Rukin Mesûd Salih wiha domand: “Amerîka endamê NATO ye û xwedî bandoreke mezin e li navçeyê, lewma ew protokol dibe sedemek da ku welatên din jî rasterast çekan ji Hêzên Pêşmerge re bişînin û bi vî awayî hevrikî dikeve navbera welatên mezin ku kî zûtir bikaribe çekan bide Hêzên Pêşmerge û Pêşmerge perwerde bike, ew jî li ser bingeheke leşkerî bevçerx. Herwiha ev protokol peyamek e bo welatên ku ziyan dighînin Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar