26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Protokola Kurdistan û Amerîka asta hemahengî di navbera hevpeymanan û Pêşmerge de derdixe

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî, peymanek li navbera Wezareta Pêşmerge û
 
Wezareta Berevanî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hate îmza kirin.
 
Roja sêşem 12.07.2016 li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li
 
Elissa Slotkin Cîgirê Wezîrê Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û şandekî li gel kird.
 
Li vê civînê de Serok Barzanî bi navê gelê Kurdistanê spasî Serok û gel û Hikûmeta Amerîka
 
kir ku li rûxandina dîktatoriyet û her wiha li şerê terorîstan da piştevanê gelê Kurdistanê
 
bûne û spasî palpiştî ya serbazî û darayî ya Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmergeyên
 
Kurdistanê ku bandora xwe li mîsogerkirina serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de
 
hebûye.
 
Serok Barzanî, asta hemahengiya di navbera artêşa Amerîka û Pêşmergeyan bi mînak wesif
 
kir ku bi cûreyek bi dirêjahiya şerê dijî terorîstan hîç cîheke medenî nekirine armanc ku eve jî
 
asta hemahengî û baweriya di navbera hevpeymanan û Pêşmerge de derdixe.
 
Li beranber da Sekretera Wezîrê Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka pesnê hêzên
 
Pêşmerge kir û ragihand ku Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi çavekî rêz ve temaşa Pêşmerge
 
dike û wekî hêzekî şerker yê bi bandor dinasê ku roleke zêdeyê girîng dîtiye. Her ji bo wê
 
yekê ew peymana hevdû têgihiştina li gel Wezareta Pêşmerge îmza dikin balkişandineke
 
rûnê wê girîngîpêdanê ye ji aliyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ye û hêmaya hevbeşiyekî
 
berdewamî ya Amerîka û hêzên Pêşmerge û dostayetiyekî bi hêze.
 
Her li vê hevdîtinê de di derbarê çawayiya hemahengî ya di navbera hêzên Hevpeymanan û
 
hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî li şerê Da'îş û operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî
 
azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û her dû alî li ser ewe hevrabûn ku pêwîste
 
hemahengî hebê û gelek bi hurî çareserî ji bo kêşe û giriftên siyasî û civakî yên qonaxa piştî
 
Da'îş peyda bike. Eve jî bi navê rê girtina li dûbarebûna karesatan û ji bo dilniyayî ya
 
pêkhatên olî û neteweyiyên parêzgeha Nînowa ye.
 
Li beşekî dinê civînê de hemahengî ya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên
 
hevpeymanan û artêşa Iraqê de bilind hate nirxandin û peymaneke hevdû têgihiştinê di
 
navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi
 
hengavekî girîngê hevkarî û hemahengî ya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de
 
dane zanîn.
 
Paşê li rêwresmek da, bi serpereştî û amadebûna Serok Barzanî, peymaneke hevdû têgihiştin
 
û hevkarî ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyê
 
Amerîka, ji aliyê Kerîm Şingalî Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û li Elissa Slotkin Cîgirê Wezîrê
 
Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hate îmza kirin.
 
Li gor vê peymanê, Wezareta Berevaniya Amerîka hevkariya darayî pêşkêşî Pêşmerge dike û
 
operasyona azadkirina Musil bi hemahengiya li navbera Pêşmerge û artêşa Iraq û hêzên
 
hevpeymanan birêve diçê û ew hemahengî û hevkarî ji bo qonaxa piştî Da'îş li Nînowa
 
berdewam dibê.
 
Cihê amajepêkirine hejmarek ji berpirsên siyasî û serbaziyên bilindên Herêma Kurdistanê
 
amadeyê vê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar