Kanada: Bi serokatiya Serok Barzanî li dijî DAIŞê serkeftinên mezin bidest hatine

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Kanada kir û di wê hevdîtinê de şanda
mêvan ragihand ku, Bi serokatiya Serok Barzanî li dijî DAIŞê serkeftinên mezin bidest hatine.
Roja sêşem 12.07.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Harjit Singh
Sajjan Wezîrê Berevaniya Kanada û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de ku bi amadebûna hejmarek ji berpirsên serbazî û siyasiyên Herêma Kurdistanê
birêveçû, Wezîrê Berevaniya Kanada ji bo vê hemahengî û karê hevbeşa Hêzên Pêşmerge li gel Hêzên
welatên din encam dane spasî Serok Barzanî kir û ragihand bi sedema qurbanîdana Pêşmerge û
hewla hevpeymanan û serkirdayetiya Serok Barzanî pêşketineke gelek baş li şerê terorîstan da
pêkhatiye. Wezîrê Berevaniya Kanada pesnê çand û kultura civaka Kurdistanê kir ku penageheke ji bo
ol û bîr û rayên cûda û wê yekê xisterû ku terorîst tu demekî li civakeke vekirî ya wekî Kurdistanê
nikarin şûna pêyên çêbibe.
Wezîrê Berevaniya Kanada xweragirî û çanda pêkvejiyanê û aştîxwaziya gelê Kurdistanê bi çîroka
serkeftinek zanî ku pêwîste cîhan jê têbigihe û binasê. Piştrastiyê li wê yekê kir ku welatê wan li
piştîvanîkirina gelê Kurdistanê û hevkarîkirina serbazî ya Pêşmerge de berdewam dibe û bi niyaze li
paşarojê da li warê karubarê dîplomasî û siyasî û geşepêdanê da peywendiyên xwe li gel Herêma
Kurdistan û Iraqê de û bi mebesta yarmetîdanê ji bo vegerandina aramî û pêşketinê de berfirehtir
bike.
Li beranber da Serok Barzanî spasî helwest û piştevaniya gel û Hikûmeta Kanada ya ji bo gelê
Kurdistanê kir û behsa çanda kevnara gelê Kurdistanê kir ku parêzerê ol û neteweyên cûdane û tu
demekî cûdahiya ol li Kurdistanê da hesasiyetê li nav xelk da dirust nekiriye û her eve jî rêgire li ber
wê yekê teror û hizra tundrewiyê li nav Kurdistanê da cihê xwe veke.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xiste ser şerê terorîstên Da'îş û ragihand
ewlewiyeta Herêma Kurdistanê şerê terorîstên Da'îş û hemahengî dibê li navbera hêzên Pêşmerge û
hêzên Iraqî û hevpeymanan û tekez li wê yekê kir ku bi sedema alozî û giriftan û ew derba Da'îş li
pêkhatan daye pêwîste qonaxa piştî Da'îş çareseriyeke siyasî û civakî ya guncaw hebê bo ku jiyan û
bexteweriya pêkhatên neteweyî û olî parêzgeha Nînowa bê mîsoger kirin û êdî karesat dûbare nebin.




