Kesên ku PKK dibêje sîxwir in, di şerê DAIŞê de ne
_(1)__2016_07_10_h16m30s22__HK__2016_07_12_h15m27s11__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Kadirekî PDKê dibêje ew kesên ku PKK navê sîxuriyê bi
wan vekiriye, Pêşmerge ne û wa li eniya Başîkê şerê DAIŞê dikin.
PKKê careke din îdîayên nerast belav kirin ku qaşo wan çend sîxwir girtine,
lê di rastiyê de ew kesên ku navê wan hatine li endamên PDKê ne, ew bi
xwe welatiyên Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ne û niha li eniya şer a dijî
DAIŞê ne.
Kadirê PDKê li Qontara Qendîlê Îsmaîl Ebdulah ji malpera PDKê re ragihand:
“Ew îdîaya PKKê ku ew kesên hatine girtin sîxwir in, nerast e û ti bingeh jê re
tune ye, ji ber ku 3 ji wan 6 welatiyan 3 endamên PDKê ne û 3 jî endamên
YNKê ne û PKKê nerast dibêje.”
Ew kadirê PDKê dibêje: “PKK bi xwe sîxuriyê bo welatan dike û endamên me
ne sîxwir in û herwiha ew kesên ku PKK nave wan aniye Pêşmerge ne û
niha li Çiyayê Başîkê de li dijî DAIŞê şer dikin bo parêzgariyê li axa
Kurdistanê.”
Îsmaîl Ebdulah ragihand: “Xelkê Kurdistanê agahdar dikin ku em wek xelkê
devera Qendîlê radighînin ku tişta PKKê belav kiriye nerast e û em wan
pûxtan û derewan red dikin.”




