Herkî: PKK bi gotina aliyekî derve xelkê Kurdistanê bi sîxwiriyê tometbar dike

Hewlêr-KDP.info-Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) çend welatiyên Başûrê Kurdistanê girtine ku mijûlî karê xwe bûne û pêşeya wan pêşmergatî bûye, ew jî bi tometa sîxwiriyê çek ji wan standine û pere ji wan hatine wergirtin. Cîgirê Serokê Lêjneya Navxwe di Parlemantoya Kurdistanê de jî dibêje, xelkê Herêma Kurdistanê ti demê sîxwirî nekirne û ew bi xwe sîxwirên wan hene û pêwîstiya wabi ti kesî tune ye, lê wî karî dikin bo aliyekî derve û valakirina wê navçeyê wî karî bi serê xelkê dikin.
Cîgirê Serokê Lêjneya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê Nazim Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew karê PKK destêwerdan e di serweriya axa Kurdistanê û em ji wan qebûl nakin, ji ber ku ew dixwazin wan navçeyan ji xelkê vala bikin, ew jî bi fermana aliyekî derve. Xelkê me jî li wir debara jiyana xwe dikin û t idem sîxwirî nekirine.”
Nazim Herkî wiha got: “Sîxwir di nava PKKê de hene û ew amaje bi wan sîxwiran dikin, ev pirojeyeke PKKê ye ku dixwaze navçeyê vala bikin û ew jî bi axaftina aliyekî derekî.”
Herkî wiha got: “Pêwîst e PKK li gorî yasayên Herêma Kurdistanê reftarê bike û Hikûmeta Kurdistanê jî bi heman yasa reftarê ligel wan bike û eger ne wisa be, ji wan nayê qebûlkirin.”




