Kurdistan û Amerîka protokoleke leşkerî îmze kirin

Hewlêr-KDP.info- Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di navbera Hewlêr û Washingtonê de protokolek leşkerî hat îmzekirin û li gor vê protokolê wê Amerîka alîkariya leşkerî û darayî bide Hêzên Pêşmerge.
Îro 12.7.2016 Alîkara Wezîrîrê Bergiriyê yê Amerîka Elîsa Slotkîn û Wezîrê Navxwe û Pêşmerge bi wekalet ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî hat îmzekirin.
Li gor amajeya berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev yekemîn car e protokolek wiha bi fermî di navbera herdu aliyan de tê wajokirin û kar li ser tê kirin.
Protokolek leşkerî herwiha siyasî ye jî. Li gor vê protokolê dê Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de hevkarî û alîkariya leşkerî û darayî bide Hêzên Pêşmerge.




