26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK bo PKKê: Hûn me bigirin, em bêdeng namînin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Medyayên PKKê belav kirine ku hejmareke welatî ser bi
 
PDKê ve li nêzîkî Qendîlê ji aliyê çekdarên wan ve hatine girtin, berpirsekî
 
PDKê jî dibêje, eger ew xelkê PDKê bigirin, PDK jî bêdeng namîne û dê xelkê
 
wan bigire.
 
 
PKKê bi fermî belv kiriye ku wan hejmareke welatiyên Qendîlê girtine û
 
beşek ji wan sîxuriyê bo PDKê kirine.
 
 
Necat Hesen Berpirsê Şaxa 11 ya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Heta niha bi fermî em nehatine agahdarkirin ku endamên me ji aliyê PKKê
 
ve hatine girtin, lê eger rast be, PKK li ser çi bingehê endamên me digire?
 
Eger derkeve PKKê endamên me yan xelkê PDKê girtibin, emê jî endamên
 
wan bigirin û dê helwesta me hebe.”
 
 
Hesen wiha got: “Ji aliyê yasayî ve, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê
 
wan reftarên PKKê qebûl neke, çawa dibe mêvanê me bin û xelkê me jî
 
bigirin.”

Nûçeyên têkildar