Peyama Serok Barzanî riya çareserkirinê ye

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, pêwîst e aliyên siyasî bi cidî li pey
peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve biçin, ji ber ku
lêvegera sereke ye ya ku gel rewatî daye, lewma pêwîst e bi riya Serok
Barzanî ew pirsgirêk bê çareserkirin.
Dr. Salih Mela Umer Çavdêrê siyasî û mamosteyê zanîngehê ji malpera
KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve xwedî dijme,
lewma pêwîst e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bersiva peyamên Serok
Barzanî bidin û bersiva wê peyamê kilîla çareserkirina pirsgirêkên Herêma
Kurdistanê û lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê.”
Mela Umer wiha got: “Bo referandumê jî her aliyek ku bixwaze ligel
referandumê nebe û wî mafî ji xelkê Kurdistanê werbigire, xelkê Herêma
Kurdistanê wê yekê jê qebûl nake, lewma nabe mafê çarenivîsiyê bibe
qurbaniyê hevrikiyên siyasî û aliyên siyasî berjewendiya niştimanî di ser
hemû berjewendiyan re bigire.”




