26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurd: hêza Dîcle neyê hilweşandin wezîrên Kurd naçin Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Helgurd Hikmet endamê şanda wezareta pêşmergeyên Kurdistanê bo Bexdayê ragehand ku sê roj e civînên wan berdewamin û got: " Me daxwazên xwe anîne ziman û ya herî girîng jî hilweşandina Hêza Dîcle ye, lê ger vê daxwaza me qebûl nekin, wezîrên Kurd naçin Bexdayê. "

 

Helgurd Hikmet ji KDP.info re got: " Wek Wezareta Pêşmerge me daxwazên xwe anîn ziman û bi nivîskî radestî aliyê beramber kirin, ew jî ligel gelek xalan geşbîn bûn, lê belê têbîniyên wan li ser hinekan hebûn, lê ji ber ku desthilata wan a qebûlkirin an redkirina daxwazan nîne, nivîsa me dibin ji Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî re, xwiya ye ew li benda rizamendiya serokwezîr in, bi heman awayî em jî li benda wê encamê ne. "

 

Hikmet wiha axifî: " Biryar bû îro wezîrên Kurd werin Bexdayê, lê ji ber hinek pirsgirêk derketin û me daxwaz kiriye ku divê Hêza Operasyonên Dîcle bê hilweşandin, pêdaçûn bi biryarên pêkanîna Hêza Dîcle de were kirin, wan jî razîbûna xwe pêşan nedane loma wezîrên Kurd nehatine bo îmzekirina rêkeftina dawî. "

 

Helgurd Hikmet axaftina xwe wiha qedand: " Mesela Hêza Operasyonên Dîcle hestyar e, xwiya ye tişta me daxwaz kiriye ji aliyê wan ve cîbicîhkirina wê ne asan e, îşev heta sibe em çaverê ne û bizanin ka çi encam ji civîna sibe derdikeve, niha razî nebûne Hêza Dîcle were hilweşandin, ger li ser vê daxwazê jî razî nebin wezîrên Kurd ne amade ne biçin Bexdayê. "

Nûçeyên têkildar