DAIŞ dixwaze şer bikşîne nav bajarê Mûsilê
_(1)__2016_07_10_h16m30s22__HK__2016_07_10_h20m1s14__HK.jpg)
Mexmûr-KDP.info- Fermandarekî Artêşa Iraqê li Mexmûrê eşkere kir ku
DAIŞ dixwaze şer veguhêze nava bajarê Mûsilê ji ber ku di navbera eniya
Geyare û Mexmûrê de tenê gundek maye ku hêzên Iraqê bigihên hev.
Fermandarê Artêşa Iraqê li Mexmûrê Emîd Hemad Dizeyî ji malpera
KDP.info re ragihand: “Serbazgeha Geyare destpêkek e bo şerê Mûsilê û
qonaxa 2 ya şerê Mûsilê ye, ji ber ku niha di navbera eniya Geyare û
Mexmurê de tenê gundek maye, lewma ev yek pêngaveke pir girîng e.”
Dizeyî wiha got: “DAIŞ bergiriyê nake û pir lawaz bûye, bi nêrîna min
dixwaze şer bikşîne nava bajarê Mûsilê û ji niha û heta rojek yan 2 rojan dê
şerê rizgarkirina Mûsilê dest pê bike.”




