Terorîstên biyanî direvin..Di hefteyekê de 70 kes reviyane cem Pêşmerge

Beşîk-KDO.info- Fermandarekî Pêşmerge li eniya Başîkê dibêje ew xelkê ku li navçeyên bin destê terorîstên DAIŞê ne, di rewşeke pir xerab de dijîn, lewma ji wir direvin û berê xwe didin navçeyên bin destê Hêzên Pêşmerge.
Lîwa Behram Erîf Yasîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Di nava hefteya borî de nêzîkî 70 kes ji navçeyên destê terorîstên DAIŞê xwe gihandine sînorê Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê, ku jin û zarok û pîr û kal di nava wan de hene.”
Yasîn wiha got: “Ew xelkên di bin destê terorîstên DAIŞê de ne di rewşeke pir xerab de dijîn û jiyana wan pir nexweş e û dibêjin ew bêkar bûn û bê nan û av mane û terorîstên DAIŞê li Deşta Neynewa û derdora Mûsilê girûpên cuda dirust kirine û mijûlî birina kelûpelên nava malên kurdan in û bi nirxekî erzan difroşin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Terorîstên DAIŞê bi xwe di rewşeke pir xerab de dijîn û bê moral kirine û ji eniyên şer bi destê Hêzên Pêşmerge dişkin û direvin, herwiha piraniya terorîstên biyanî jî ji Mûsilê direvin.”




