26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sozeke nû ji Kongirêsa Amerîka bo şandina pereyan bo kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Kongreya Amerîkayê bi yasayeke nû hikûmetê naçar dike ku salane dehan milyar dolar weke alîkariya aborî û leşkerî pêşkeşê dewlet û herêmên cûda yên cîhanê bike. Tê çaverêkirin ku Kurdistan jî ji vê alîkariyê sûd werbigre.


Serokê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Kongreya Amerîkayê senator Bob Corker derbarê mijarê de bo Rûdawê got: “Di demek nêzîk de dê pakêtekê alîkariyan bigehe Iraqê. Wê pakêt bi rêya Bexdayê bê, lê pare dê bigehe nav destê Kurdan.”

Alîkariya ku niha Hêzên Pêşmerge ji Amerîkayê werdigre, bi biryara Serokê Amerîkayê Barack Obama tê kirin û alîkariyek demkî ye. Lê hêvî tê kirin ku alîkariya ji bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge, li Kongreya Amerîkayê bibe biryar.  

Senator Bob Corker got: “Kurd di şerê li dijî terorê de mezintirîn hevpeymanên me ne. Herdu partiyên Amerîkayê jî li ser vê mijarê hemfikir in. Gelê Kurd ji dostaniyê fam dike û Amerîka jî ji Kurdan hes dike. Ji ber vê yekê jî me dive Kurd ji vê pêvajoya dijwar derbas bibin.”

Ji mêj de Îsraîl salane 3 milyar û Misir jî milyarek dolar alîkariya leşkerî ji Amerîka werdigrin. Her çend ev alîkarî ne bêyî beramber e jî lê ne bi armanc e.

Ji aliyê aborî ve, armancekî Amerîka ew e ku jîngehek guncayî ji bo şîrketên xwe çêbike.

Serokê Mûzexaneya Nûçeyan (Newseum) a Amerîkî Jeffrey Herbst jî diyar kir ku ji bo alîkariyên Amerîkayê bi bandor bin, divê dewletên alîkariyê digrin xwedan siyaseteke teybet ê aboriyê bin, kertên taybet pêşbixin, bikaranîna çavkaniyên xwe yên binerd baş sererast bikin.

Çîn di mijara alîkariyê de jî hevrikekê mezin ê Amerîkayê ye ku pare weke amrazekî bikar tine ji bo kirîna dostan û zêdekirina bandora xwe ya li cîhanê de.

Rêveberê Navenda Geşedana Cîhanî Tod Mos di vê mijarê de wiha got: “Hinek dewletên xirap hene ku me dive îflqas bikin û paşbikevin. Lê Çîn amadeye kar û bazirganiyê ligel stemkaran bike. Zîmbabwe mînakek wan dewletan e ku bi alîkariya Çînê dibe sedema pêkhatina rewşên berovajiyê armancên me.”

Vê rikberiyê wisa kiriye ku Amerîka li gel hindek welatên weke Misrê nermtir be. Weke mînak li Misirê rewşa mafê mirovan xirab e lê alîkariyên Amerîkayê nehatine birîn.”
 

Nûçeyên têkildar