Amerîka soz daye dawiya vê mehê pereyan bişîne bo mûçeyê Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer dibêje, biryar e dawiya vê mehê alîkariyên Amerîka bo dana mûçeyê Hêzên Pêşmerge bigihe Herêma Kurdistanê, herwiha dibêje hevpeymaniya navdewletî berdewam in li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge.
Cebar Yawer Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand: “Beriya demekê tîmeke Amerîkî serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokatiya Encumena Wezîran derbarê dana beşek ji mûçeyê Hêzên Pêşmerge lihev kirin û biryar e dawiha vê mehê Waşinton 415 milyon dolar ji Hêzên Pêşmerge re bişîne, ku ew jî wek mûçeyê mehane dê bi ser Hêzên Pêşmerge de bê parvekirin.”
Yawer wiha got: “Amerîka soz daye ku di dawiya meha 7ê de wan pereyan bigihîne Herêma Kurdistanê û ligel Wezareta Pêşmerge mehane bi ser beşek ji Hêzên Pêşmerge de parve bike û beşê din jî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê vet ê pêşkêşkirin, ew jî ji bo wê yekê ye ku mûçeyê Pêşmerge paş nekevin.”
Cebar Yawer Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge tekez kir ku alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de berdewam dilin, ew jî ji aliyê peydakirina çek û teqemenî û piştevaniya asmanî.




