26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî li eniya Mexmûrê peyamek da hemû cîhanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana eniya Mexmûrê kir û ligel fermandarên leşkerî yên wê eniyê civiya.

Serok Barzanî ku fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge ye, serperiştiya civîna hevbeş a fermandarên Pêşmerge û fermandarên Amerîkî û fermandarên Artêşa Îraqê li eniya Mexmûrê kir.

Her yek ji Wezîrê Pêşmerge bi wekatet û Fermandarên Yekîneyên 70 û 80 yên Hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymnan û fermandarên operasyona Neynewa û Heşda Niştimanî di wê civînê de beşdar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku wek hevxemiyê ligel malbatên şehîdan wan ti merasîmek bo cejnê lidar nexistiye, lê li şûna hemû pêşmerge û malên şehîdan ji bo cejnê wî bi başî dîtiye ku serdana eniya Hêzên Pêşmerge bike.

Serok Barzanî ji kesên beşdar di wê civînê de gotiye ku wî bi taybetî serdana eniya Mexmûrê kiriye ji ber ku li wir Hêzên Pêşmerge û Artêşa Îraqê û Hêzên hevpeymanan di yek çeperê de ne û dixwaze peyamekê bigihîne hemû cîhanê ku ew hemû pêkve li dijî dijminekî hevbeş rawestane, ku dijminê hemû mirovatiyê ye û bi hêviya xwedê ewê serkeftina mezin bidest bînin û terorîstan têk bibin.

Serokê Herêma Kurdistamê got ku, yekrêziya Hêzên Pêşmerge û têkelbûna xwîna Pêşmerge di çeperên bergiriyê de, bingeha yekrêziya gelê Kurdistanê ye.

Di vê serdana Serok Barzanî de û di wê civînê de, amadekariyên kontrolkirina Mûsilê mijarekî din a fermandarên leşkerî û Barzanî bû.
 

Nûçeyên têkildar