Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li Kurdistaniyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta cejna Remezanê peyamek belav kir û ragihand, divê em berjewendiyên xwe yên netewî û niştimanî bixin pêşiya berjewendiyên din.
Mesrûr Barzanî jî bi helkefta cejna Remezanê, li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek belav kir û cejna Remezanê li malbatên şehîdan, Pêşmerge, karmendên asayişê û polîs, misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.
Peyama Mesrûr Barzanî ev e:
“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,
Ez bi helkefta cejna Remezana pîroz, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên Encumena Asayişê, dezgehên asayiş, polîs û misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.
Ez ji Xwedayê mezin dixwazim rojî û îbadetên misilmanan di meha pîroz a Remezanê de, qebûl bike û canê tevahiya wan qehremanan biparêze ku di çepera parastina Kurdistanê de ne û şehîdên me jî bi bihiştê şa bike û şifayê bide birîndarên me.
Ez hêvîdar im ev cejn, bibe sebeba xurtbûna giyanê biratî û hevkariyê her wiha bibe sebeba avêtina pêngavên baş ji bo destkeftên zêde. Firsend û pêşhatên niha ji me dixwazin ku em berjewendiyên xwe yên netewî û niştimanî bixin pêşiya berjewendiyên din da ku jiyaneke hêja û bi rûmet ji tevahiya welatiyên Kurdistanê re were dabînkirin û em bigihên wê derê, ku diviyabû 100 sal berê em gihîştibana wir. Ez her wiha hêvîdar im ev cejn bibe destpêka nemana şer û aloziyê li deverê.




