26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêwîst e pêkhatên Iraqê di biryardanê de xwedî rol bin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê pêşwaziya şandeke eniya Tirkimaniya
 
Iraqî kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku Mafên netewan li gor hijmara wan
 
nayên pîwan û netewe her neteweye û lazime rêz ji maf û daxwazên vî
 
werin girtin û mafên wan werin parastin.
 
 
Îro Duşemê 4.7.2016 li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî
 
pêşwaziya şandeke eniya Tirkimanî ya Iraqê a bi Serokatiya Serokê eniya
 
Tirkimanî Erşad Salihî kir.
 
 
Di civînê de ku her yek ji endamên Serkirdatî ya eniya Tirkimanî Aydin
 
Merûf, Newzad Teymûr, Nuredîn Qibilan, Muhemed Elî Yûnis û berpirsê
 
têkiliyan Ezedîn Xidir Rawî û Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Azad Koreçî jî tê de
 
beşdar bûn, şanda mêwan spasiya Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê kir
 
ku bi sedan hezar penaber li Kurdistanê de bicîh kirine û hevkariya wan
 
dikin.
 
 
Şanda mêwan herwiha kêfxweşî û serfiraziya xwe jî ya li hember bihevre
 
jiyanê ya li Kurdistanê de diyar kir û rêzdariya xwe jî ya li hember rola Serok
 
Barzanî a bo piştgîrî kirin ji pêkhateyên olî û etnîkî yên Îraqê û bidest xistina
 
mafên wan diyar kir.
 
 
Di berdewamiya civîna han de şanda mêwan behsa têkoşîna hevbeş ya Kurd
 
û Tirkimanan kir bo azadî û diyar kir ku ti neyar û nahezek nikare nakokî
 
bixe navbera Kurd û Tirkimanan û tekez li ser parastina ewlekarî û aramiya
 
Kurdistanê û bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan û hemahengî di
 
karên siyasî û Parlemanî de li ser astê Îraq û Kurdistan û parêzgehan de û
 
herwiha tekez li ser parastina wan destkeftan kir ku bi xwîna şehîdan hatine
 
bidestxistin.
 
 
Li hember de jî Serok Barzanî spasiya helwesta eniya Tirkimanî kir û
 
balkêşande ser dîrokî têjî ji terajedî ya gelên Iraqê û tekez li ser vê yekê kir
 
ku baweriya wan ya bihêz bi bihevre jiyan û rêz girtin ji pêkhateyan heye.
 
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Mafên netewan li gor
 
hijmara wan nayên pîwan û netewe her neteweye û lazime rêz ji maf û
 
daxwazên vî werin girtin û mafên wan werin parastin.
 
 
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku li dijî bikar anîna peyva kemîne û keme
 
netewe bo pênase kirina netewan.
 
 
Derbarê rewş û çarenivîsa Iraqê de jî Serok Barzanî diyar kir ku lazime
 
çareseriyeke nû bo Iraqê were dîtin û pêkhateyên Iraqê jî di vê warî de
 
lazime xwedan rol û biryar bin.
 
Serok barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa peyama aştîxwazane
 
ya gelê Kurdistanê kir û ragehand ku gelê Kurdistanê dixwaze li gel cîran û
 
gelên din yên deverê de di nava aramî û aştî de be û em li gel wan xwedan
 
têkiliyên dîrokî, çandî û abûrî başin.

Nûçeyên têkildar