Nêçîrvan Barzanî: Em hevxemê malbatên qurbaniyên Bexdayê ne

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanî Nêçîrvan Barzanî di
peyamekê de ji bo Serikwezîr û gelê Iraqê, hevsozî û hevxemiya tevî kes û
karên qurbaniyên teqîna terorîstiya Bexdayê xuya dike:
Ji bo Birêz Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê
Teqîna terorîstiya DAIŞê li Roja Yekşem 2016/7/3 li devera Kerade ya
Bexdayê, karesateka gelek mezin bû, ku 213 welatiyên sivîl şehîd bûn û
gelek jî bi dijwarî birîndar bûne. Bi vê sedema xembar, sersaxiyê ji xwe û we
û hemû gelê Îraqê dikim û hevxemî û hevsoziya xwe digel kes û karên
qurbaniyan xuya dikim. Bi rastî ev kiryara terorîstî karesateka mezin e û ji
Xudayê mezin daxwazkarim seburiyê bide hemû aliyekê û birîndar jî bi zûyî
baş bibin.
Teror û terorîst ji bilî hovatî û reşekuşî û binpêkirina mafên mirovan, çi
baweriyeka din nine, lewma welatiyên sivîl li Meha Remezanê û li dema
karkirin ji bo dabînkirina bijîva jiyanê dikene armanc. Bexda careka din piştî
çend paytextên din bûye armanca mezin ya terorîstan. Li demekê ku hemû
mirovahî di metirsiya mezin û bê sinûra terorê daye, hêzên Îraqî û
pêşmerge di hêla pêşng ya têkşikandin û nehêlan metirsîdartirîn rêkxistina
terorîstiya cihanî ne, ku Rêkxistina DAIŞê ye.
Ji nav birina vê metirsiya mezin û parastina canê welatiyan, pêwîstî bi
hemahengiya teva û berfireh heye, ji ber ku hêşta metirsî gelek mezin e û
operasiyona mezintir li pêşberî hêzên Iraqê û Pêşmerge maye ji bo ji nav
birina DAIŞê li Kurdistanê û hemû Iraqê. Divê êrişên terorîstî ku mirovên
sivîl dikin armanc û karesatên mezin jê dibin, bibe sedema bihêztirbûna
yekêtiya me li hember terorîstan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
2016/7/4




