Serok Barzanî Sipasiya Partiyên Kurdî Kir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarîkirina partîyên Kurdistanî bi yek lîstê di hilbijartinên dahatîyên Iraqê û gişt navçeyên dabirandîyên Kurdistanê de bi pêngaveke dîrokî dide nasîn û radigihîne, ku " ev pêngav ev rastîye selmand ku zarokên Kurdistanê di ast berpirstyetîya neteweyî û dîrokîya xwe de ne. "
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê îro li ser pêgeha xwe ya li facebookê peyamek pêşkêşî partî û aliyên siyasî yên Kurd ên li Kerkûkê kiriye û jiber helwesta wan ya hevpar û beşdarî kirina wan bi yek lîst di nava hilbijartinan de destxweşiyên xwe pêşkêşî wan kiriye.
Serok Barzanî di berdewamiya vê peyama xwe de diyar kiriye ku, " part û aliyên siyasî yên Kurdî di pêngaveke Dîrokî de biryar dane daku, bi yek lîst beşdariya hilbijartinên Bexda û tevahiya Deverên weqetandî de bikin, ev pêngava han destkefteke gelek mezine. "
Serokê herêma Kurdistanê herwisa dibêje: " Bi vê pêngava han Kurd ev yek careke din îsbat kirin ku, her çend di warê îdolojî û siyasî de cudatiyên xwe jî hebin lê li hember meseleyên girîng û netewî û meseleya çarenûsa Deverên weqetandî yên Kurdistanê xwedan yek helwestin, ez bawer dikim ku, dilê tevahiya xelkê Kurdistanê bi vê pêngava han xweş bûye. "
Serok Barzanî hevdem ev yek jî eşkere kiriye ku, bi " pêwîst dizanim deriya vê lîsteya hevbeş bo ev xweşik û birayên pêkhateyên din yên etnîkî û olî û ev kesên ku, baweriya wan bi bihevre jiyan, hevçarenûsî û demokrasî û lêbûrînê heye vekirî be. "
Serok Barzanî hêvî jî kiriye, ku " xelkê xweştewîst yê Kurdistanê her ji niha ve bi her awayî piştgîriya vê lîsteya han bike. "




