26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

VÎDEO – Asayişa Hewlêrê îtîrafa êrişkarê ser Rûdawê belav kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Asayişa Hewlêrê vîdyoya îtîrafên êrişkarên ser Navenda
 
Sereke ya Tora Medyayî ya Rûdawê belav kir û çawaniya êrişê aşkere kir.
 
 
Asayişa Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de encamên lêkolînên xwe derbarê
 
êrişa şeva 25ê Hezîran a 2016an bo ser Navenda Sereke ya Tora Medyayî ya
 
Rûdawê li cadeya Ronakî ya Hewlêrê aşkere kir.
 
 
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku hêzên Asayişê di heyama kêmtir ji 3 rojan de
 
karîn encamderê sereke yê teqînê bigirin. Asayişa Hewlêrê dibêje, piştî
 
girtinê lêkolîn bi wî kesî re dest pê kir û di heyama lêkolînan de wî kesî îtîraf
 
kir ku wî teqîn pêk aniye.
 
  
Di daxuyaniyê Asayişa Hewlêrê wiha hatiye gotin:
 
 
“Piştî êrişa saet 12:05an a roja 25ê Hezîran a 2016an li bajarê Hewlêrê,
 
tîmên lêkolînê û lidûvçûnê yên rêveberiya me, piştî kêmtir ji 3 rojan karîn
 
encamderê sereke yê teqînê bigirin û kesê tohmetbar jî îtîraf bi tawana xwe
 
kir.
 
 
Rêbwar Wurya Salih li gorî îtîrafên xwe, ku li gel vê daxuyaniyê hatiye
 
belavkirin, heyama 15 rojan berî meha Remezanê, ji aliyê kesekî nêzîkê wî
 
yê bi navê Seidî Mistefa Ebdurehman daxwaz lê tê kirin, ku çalakiyekê li
 
bajarê Hewlêrê pêk bîne. Piştî ku Rêbwar razî dibe ku çalakiyê encam bide,
 
 
bo vê mebstê di roja 23ê Hezîran a 2016an de Seidî li gel kesekî din bi navê
 
Camêr Osman Ebdullah li derdora bajarê Hewlêrê li ser çawaniya teqandina
 
narincokê rahênanê bi Rêbwar dike. Berî nîvro ya heman rojê,  her sê kesên
 
navborî keşfa cihê çalakiyê kirine û bo şeva paşê Rêbwar her du narincokan
 
bi şêweyekî teknîkî amade dike û li jêr otomobîleke li pêşiya kanalê didane
 
û bilez û bezî wî cihî bi cih dihêle. Piştî nêzîkî 13 xûlekan her du narincok
 
teqiyan û zêdebarî zirarên madî, 5 kes jî birîndar bûn.
 
 
Li gorî îtîrafên cîbicîkarê wê plane, bi armancgirtina kanala Rûdawê bi vê
 
mebestê bû ku ew çalakî zêdetirn dengvedan hebe.
 
 
Rêveberatiya Asayişa Hewlêrê soz dide hemû aliyan ku tîmên wê bi
 
şêweyeke pîşeyiyane (profesyonel) li ser lêkolînên xwe berdewam dibin, da
 
ku bigili ser dosyayên her du gumanbarên din ên vê dosyayê bigihîjin
 
encamên dawî.”

Nûçeyên têkildar