Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên Bexdayê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de
teqîneya îro 3 Hezîranê li bexda şermezar kir û tekez kir ku, dawî encama
terorîstan dê şikestin û jinavçûn be.
Ev jî deqa wê daxuyaniyê ye:
Berî sibehiya roja yekşem 03.07.2016 li encama du kirdarên terorîstî yên li
bajarê Bexdayê hejmareke zêde ji welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn.
Gelek bi tundî wan kirdarên tirsnokane yên terorîstan şermezar dikin ku,
dijminê hemû bihayên asmanî û mirovanî ne û serxweşiyê jî li kesukarê
şehîdên wê kirdara nemirovane dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran
dixwazin.
Êrîşa terorîstan ya li ser bextewerî û jiyana hemwelatiyan dadê şikestên
wan nade û ji wê yekê bawerin ku terorîst nagihin armancên xwe û li her
cîhek bin çarenûsa wan, şikest û jinavçûn e.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03.07.2016




