26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKÎ: Referandum mafê Başûrê Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku
 
ew piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dikin bo diyarkirina
 
çarenivîsa xelkê Başûr. Endamekî Polîtburoya wê partiyê jî dibêje em pişta
 
xelkê Başûr digirin, ji ber ku ji mafê wan e wê referandumê bikin.
 
 
Rostem Cîhangîrî Endamê Polîtburoya Endamê Polîtburoya PDKÎ ji malpera
 
KDP.info re ragihand: “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştevaniyê li
 
daxwazên rewşa yên hemû perçên Kurdistanê dike ew jî bo bidestanîna
 
mafên rewa yên gelê kurd bi taybetî ew pirosaneyên ku hizib û xelkê
 
Herêma Kurdistanê mafê wan ê biryardanê li ser heye û bi mafê xelkê
 
Kurdistanê dizanin.”
 
 
Cîhangîrî wiha got: “Referandum mafê rewa yê hemû gelên cîhanê ye û
 
welatiyên Herêma Kurdistanê mafê wan ê rewa ye ku biryarê li ser
 
çarenivîsa xwe bidin û em piştgiriyê li vî mafê kurdan li perçên din ên
 
Kurdistanê jî dikin û piştgiriyê li wan dikin eger daxwaza referandumê bikin
 
ji ber ku tek çareserî ye bo yekalîkirina pirsgirêka kurdî ye bo bidestanîna
 
mafê netewî yê wan.”

Nûçeyên têkildar