Pêşmerge û hevpeymanan li Telsquf êrişa DAIŞê têk birin

Telsquf-KDP.info- Fermandarê Fermandehiya Sipîlk û berpirsê Eniya
Telsqufê ragihand ku Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymaniya
navdewletî li eniya wan bi tundî li DAIŞê dan û 5 çekdarên DAIŞê kuştin û 2
otomobîlên wan jî jinav birin.
Lîwa Tariq Silêman Hernî ragihand: “Saet 6ê sibehê terorîstên DAIŞê bi
awayê mefrezeyekê ku ji 5 terorîstan pêk hatibû, xwestin xwe nêzîkî
çeperên Hêzên Pêşmerge bikin li eniya Telsqufê, lê beriya ku nêzîk bibin me
bi doşka û hawinan li wan dan û herwiha balafirên hevpeymanan jî gihîştin
û li wan dan û di encamê de êrişa wan têk çû û 2 otomobîlên wan jî hatin
têkbirin.”
Hernî wiha got: “Piştî şerê mezin ê Tilsqufê terorîstên DAIŞê wek berê
nemane û pir lawaz bûne, lê eger dijmin tenê kesek be jî divê hisabek jê re
bê kirin û berdewam hişyar bin.”
Telsquf dikeve sînorê qezaya Tilkêfê li Deşta Neynewa.




