Hikûmeta Kurdistanê: Bi ti awayekî em gefan qebûl nakin

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva tehdîdên alîkarê
fermandeyê pasdarên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê da û ragihand, em
bi tundî wan tehdîdan red dikin.
Alîkarê fermandeyê giştî yê pasdarên Îranê, Husên Selamî duh behsa şerê
vê dawiyê yê pasdarên Îranê û pêşmergeyên Rojhilatî kiribû û gefa
“wêrankirinê” li Herêma Kurdistanê xwaribû. Îran dibêje, pêşmergeyên
Rojhilatî ji Başûr ve êrişî hêzên me dikin!
Li hember vê yekê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyeke nivîskî
de bersiva tehdîdên wî rayedarê pasdarên Îranê da û ragihand, em bi tundî
wan tehdîdan red dikin ji ber ku Herêma Kurdistanê herm dem hewl daye
cîrantiyek baş bi Îranê re bike.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku sûda wan tehdîdan ji bo peywendiyên her
du aliyan nîne ji ber wê jî nabe bi ti awayî zimanekî wiha tûj li hember
Herêma Kurdistanê were bikaranîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de ragihandiye,
Herêma Kurdistanê ti carî nexwestiye û naxwaze xaka Başûr bibe çavkaniya
êrişên li ser Îranê yan welatên din ên cîran.




