Felah Mistefa: Em şanaziyê dikin ku gelek dostên kurdan hene

Viyêna-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê ligel avakirina pireke pêwendiyan e ligel welatên cîran û civaka navdewletî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş. Herwiha got, Kurdistan şanaziyê dike ku gelek dostên wê li cîhanê hene û berdewam pişygiriyê lê dikin.
Ev gotinên Felah Mistefa di dema beşdariya di 27emîn Korbenda Navdewletî ya Crans Montana li Viyêna de, hat, ku di vekirina wê korbendê de derbarê rûbirûbûnên hevbeş ên li pêşiya Yekîtiya Ewropa û Herêma Kurdistanê û hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de, gotarek pêşkêş kir.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê ligel avakirina pireke pêwendiyan e ligel welatên cîran û civaka navdewletî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş. Herwiha got, Kurdistan şanaziyê dike ku gelek dostên wê li cîhanê hene û berdewam pişygiriyê lê dikin.




