26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayîş: Nêzîk emê encaman rabighînin..Êrişê nekin siyasî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand: “Piştî ku çend kesek li ser êrîşa li dijî Tora Medyaya Rûdawê hatine binçavkirin, hindek alî hewl didin vê dosyayê bikin siyasî.”


Derbarê vê hewlê de Asayîşa Hewlêrê hişyariyek tund dide û dibêje: “Li vir jib o hemû aliyan dubare dikin ku dezgeha Asayîşê weke dezgeheke nîştîmanî, mal û canê hemû hemwelatiyan bêyî cûdahî diparêze. Di heman demi de, her kesek an jî aliyek bibe sedema gefan li ser ewlekariya hemwelatiyan, parêzbendiya wan nine û wê di çarçoveyekê yasayî de rêkarên pêwîst li hember bê girtin.”

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku bi agahdariya hemû aliyên pêwendîdar li ser vê dosyayê tê kar kirin û wê di demek nêzîk de encamên jêpirsînê jib o rayagiştî bên ragihandin.
 

Nûçeyên têkildar