26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka bi 200 milyon dolar alîkariya Pêşmerge dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Biryardarê Komîteya Asayiş û berevanî di parlemenaIraqê de amaje bi wê yekê kir ku, di çarçoveya rêkeftina Amerîka ligel HIkûmeta Iraqê qaseyek pere dê jibo Pêşmergeyên Kurdistanê were şandin.

Biryardarê Komîteya Asayiş û Bergirî ya Parlemena Iraqê Şaxewan Ebdullahji malpera KDP.info re ragehand: “Doh 28 Hizêranê rêkeftine li balyozxaneya amerîka li Bexda di navbera Iraq û Amerîka de hate imze kirin, jibo komek pere bidin hêzên Iraqî, ji wan dê qasî 200 milyon dolar û li dervî rêkeftinê jibo Pêşmerge were terxan kirin.”

Navborî got jî: “Peyama Kurdan gihşte Amerîka, min bi xwe di 10 civînan de beşdarbûm û min daxwaza kirk u bi şêweyê rasterast alîkariya Pêşmerge bibe, wan jî ji mere got ku, em gihştine wê baweriyê ku çekên jibo Pêşmerge têne şandin di riya Iraqê nagihê dest Pêşmerge.”

 

Nûçeyên têkildar