Serokatiya Herêma Kurditanê teqîneya Stembolê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîneya têrorîstî ya
Firokxaneya Navdewletî ya Stembolê şermezar kir û hêviya çakbûna
bilez jibo birîndaran xwest.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye: “Şeva 28
Hizêranê têrorîstan firokxaneya navdewletî ya Stembolê teqîn
pêkanîn û di encam de bi dehan welatî cane xwe ji dest dan û
hejmarek mezin jî birîndarbûn.
Em li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî vî karê têrorîstî
nemirovane şermezar dikin û serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî Gel
û Hikûmeta Tirkiyê û malbatên qurbaniyan dikin û hêviya çakbûna
bilez jibo birîndarn dixwazin.
Teror gefek cidî ye li ser hemû mirovaniyê, dijî azadî û pêkvejiyanê
ye, rûbirûbûna vê diyardeya metirsîdar pêwîste bi hewldanên hemû
aliyên navdewletî ye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê
29.06.2016




