Nêçîrvan Barzanî pesna rola Balyozê Maceristanê li Iraqê dide

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
pêşwaziya Dr. Tibor Szatmari Balyozê Maceristanê li Iraqê û şandeka
pê re kir.
Szatmari kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê
nşîanda ku ji bo xatir xwastinê û bi dawî bûna erkê wî wek Balyozê
Maceristanê li Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û spasiya
alîkarî û piştîvaniya hikûmeta Herêmê û Serokwezîr kir ku li dema
karkirina wî, jê re pêşkêş kirine.
Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku Hengariya dixwaze têkiliyên xwe digel
Herêma Kurdistanê berfirehtir bike û li warên zanistî, kultûrî, aborî û
dîplomasî pitir pêş bixe. Amaje bi vê yekê jî da ku li dema vegeriyan ji
bo welatê xwe, bi hemû awayekê piştîvaniya têkiliyên du alî navbera
Herêma Kurdistanê û Maceristanê dike û hewlê dide xwedî kar û
bizinsmanên welatê xwe han bide ji bo vê yekê li Herêma Kurdistanê
weberanîn û sermayeguzariyê bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hewl û karên Balyozê Maceristanê
giring nirxand û hêviya serketinê di karê nû de jê re xwest. Amaje bi
vê yekê jî da ku asta bilinda têkiliyên navbera Herêma kurdistanê û
Maceristanê ji bo hewl û karên Szatmari vedigere.
Her wiha got Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo vê yekê dike ku li
hemû waran têkiliyên xwe tevî Hengariya pêş bixe û piştîvaniya xwe jî
ji bo Balyozê nû û Konslxaneya Maceristanê li Herêma Kurdistanê
nîşanda.
Her du aliyan li dawiya hevdîtinê, bal kişandine ser rewşa deverê û
dawîn pêşhatên şerê dijî terorê û hijmarek babetên têkildar.




