26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Adil Ebdulmehdî tekez li ser bihêztir kirina diyalogê kirin

Çavkanî: KDP.info

Duh çarşem 28/11/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr. Adil Ebdulmehdî serkirdeyê Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê û Seyîd Muhsîn El Hekîm kir.

 

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî ji nêzîk ve gûhda nêrîna Encumena Bilinda Îslamî ya di derbarê wan kêşe û gîr û giriftên ku rûbirûyê rêrewa pêvajoya siyasî bûne.

 

Li vî warî de tekez li ser giringiya çalakkirina diyaloga binyatnera di navbera aliyan ya bi mebesta peydakirina çareseriyekî bingehîn kirin ku ji bo hemû kêşeyan bi pişt bestina bi destûr û encama peymanên navbera hêz û aliyên Iraqiyan û hevkariya rasteqîne li binyatnana welat û serxistina pêvajoya siyasî û demokratî li tevahiya Iraqê da û hengav avêtina berev qonaxekî nû ku tebayî û yekrêzî bênê holê û xizmetguzariyên pêwîst û bingehîn ku ji bo welatiyên Iraqê dabîn bike.

Her li vê hevdîtinê de pêwendiya dîrokî û kûra di navbera her du aliyan hate dûpat kirin

Nûçeyên têkildar