26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Gelê Macaristan ji ber xebata Barzanî, metirsiya terorîstan li ser mirovatiyê nas kir”

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Macaristan li Iraqê kir û
 
di wê hevdîtinê de şanda mêvan rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina
 
gelê Kurdistanê li qonaxên dijwar de bilind nirxand û ragihand ku gelê
 
Macarîstanê bi sedema xebat û rola Serok Barzanî li maf û daxwaziyên gelê
 
Kurdistanê gihîştiye û cîhan jî her bi sedema Serok Barzanî ve li metirsiyên
 
terorîstan ya ser mirovayetiyê gihîştiye.
 
 
Roja çarşem 29.06.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê pêşwaziya Tibor Szatmari Balyozê Macarîstan (Hengarya) li Iraqê
 
kir.
 
 
Li hevdîtinê de Balyozê Macarîstanê li Iraqê ku dawî bi erkê wî hatiye û ji bo
 
malavayî û xatir xwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, silavên Serok û
 
Serok Wezîrê Macarîstanê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe bi
 
berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe
 
nîşanda û ragihand ku bingeheke bi hêz ya dostayetî û peywendiya li warê
 
 
Her dîplomasî û serbazî û aborî li asta bilinda her dû aliyan da pêkhatiye. 
 
wiha balkişand li ser dîrok û xebata gelê xwe û wê yekê xisterû ku
 
nêzîkbûneke zêde li navbera têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê û gelê
 
Macarîstanê de heye.
 
 
Balyozê Macarîstanê rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina gelê
 
Kurdistanê li qonaxên dijwar de bilind nirxand û ragihand ku gelê
 
Macarîstanê bi sedema xebat û rola Serok Barzanî li maf û daxwaziyên gelê
 
Kurdistanê gihîştiye û cîhan jî her bi sedema Serok Barzanî ve li metirsiyên
 
terorîstan ya ser mirovayetiyê gihîştiye. Tekez jî li berdewamiya piştevaniya
 
welatê xwe ya ji bo gelê Kurdistanê kir û wê yekê xisterû ku gelek geşbîne bi
 
paşaroja gelê Kurdistanê li navçeyê da.
 
 
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Serok û Serok Wezîrê Macarîstanê
 
kir û rizamendî û xweşhaliya xwe jî ji bo berfirehtir kirina dostayetî û
 
peywendiya di navbera her dû aliyan nîşan da û pêzanînên xwe jî ji bo rola
 
Balyozê Macarîstanê li kûrtirkirina dostayetî û peywendiyan hebû û eve jî
 
dûpatkir ku gelê Kurdistanê wan dostan ji bîr nake ku li rojên teng da hevkar
 
û yarmetîder bûne.
 
 
Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Macarîstanê xwest û ragihand
 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Balyozê nû yê Macarîstanê hevkar û
 
hemaheng dibê.

Nûçeyên têkildar