Xelkê Kurdistanê bi guman li serdana YNK û Goran bo Bexdayê dinerin

Hewlêr-KDP.info- Çavdêr û xelkê Kurdistanê dibêjin, YNK û Goran bi wê
serdana xwe bo Bexdayê dixwazin derfeta serxwebûna Kurdistanê jidest
bidin, lewma dibînin ku ew serdan pir xerab bû, herwiha bi eşkere dibêjin
niha dema serxwebûnê ye û wergirtina wî mafî ji wan xeta sor e.
Niştimanperwerên nav YNK û Goran ji wan qebûl nakin
Niha kurd ji hemû demê zêdetir nêzîktir in ki dewletbûnê û çavdêrên siyasî
yên biyanî û rojnameyên navdar ên cîhanî jî vê yekê dibêjin, lê welatiyên
Herêma Kurdistanê bi guman li wê serdana YNK û Goran dinerin, her wek
wê parlemantera şîe ya li dijî mafê kurdan Henan Fetlawî jî gotiye, berî ku
em rê li perçebûna Iraqê bigirin, Goran û YNKê li Herêma Kurdistanê ew yek
kirin.
Derbarê vê pirsê de, Çavdêrê siyasî Îzedîn Şemsedîn ji malpera KDP.info re
ragihand: “Mixabin ku her rewş guncay dibe û em dixwazin pêngavekê
pêşde biçin, rasterast neyar destê xwe dixin nav me de û bandorê li ser
çend aliyan dikin û derfetê jinav dibin. Wê serdana Goran û YNKê hemû
kurd dilgiran kirin, ji ber ku niha Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûna
aborî ve diçe û ew jî dixwazin têk bibin, lê milet û bi taybetî niştimanperwer
wê yekê ji wan qebûl nakin.”
Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Miletê me deryayek xwîn bo serxwebûnê
dijandiye û niha ew dixwazin li ser me têk bidin, lewma ez wek kesek ji vî
miletî wê pêngavê bi xiyanet dibînim û ji wan re naçe serî ku ejîndayên
welatên din cîbicî bikin, ji ber ku xelk hişyar in û gelek qurbanî dane da ku ji
destê dijmin rizgar bibin. Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku piştî qutkirina qutê
xelkê ti biçe Malikî û Ebadî himêz bike.”
Niha bi awayekî realîtî Kurdistan ji Iraqê cuda bûye û tenê bi nav kurdistan
ser bi Iraqê ve ye, derbarê vê yekê de welatî Şemsedîn Mihemed ji malpera
KDP.info re ragihand: “Ev 2 sal e ku Herêma Kurdistanê xwe xistine nav
kirîzeke darayî de da ku ber bi serxwebûnê ve biçe û petrola xwe bi awayekî
serbixwe bifroşe, lê nû Goran û YNKê dixwazin petrola Kurdistanê bidin
Bexdayê û me vegerînin rewşa berê ku çavê me li destê Bexdayê be, ev yek
bi ti awayî nayê qebûlkirin. Goran û YNKê piştî vêqa dijatiya Bexda bo
Herêma Kurdistanê diçin Bexda û ji wan re dibêjin ew ligel yekperçeyîya axa
Iraqê ne, ev yek dijî serxwebûnê ye û xelkê Kurdistanê û niştimanperwerên
nav YNK û Goran ji wan qebûl nakin.”
Dijatiya berjewendiya gelê kurd xeta sor e
Rojnamevan Newzad Hilurî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her nêrînek û
biryarek li dijî gelê kurd be, xeta sor e û pêwîst e ew biryar bidawî were û
xwediyê wan biryaran bên cezakirin, ji ber ku dikarin welatê me jî bifroşin.
Pêwîst e hemû aliyên siyasî bicibin û bigihên çareseriyekê bo hemû
pirsgirêkan, ji ber ku Bexda ti gavê pirsgirêkên kurdan çareser nake û tenê
dixwaze sûdê ji nakokiyên wan bibîne da ku dijatiya kurdan bike.”
Xelkê Kurdistanê bi guman li serdana YNK û Goran bo Bexdayê dinerin
Rojnamevan Senger Goran dibêje: “Ew serdana Goran û YNKê bo Bexdayê
cihê mixabinyê ye, ji ber ku eger bo dijatiya serxwebûna Herêma Kurdistanê
be, bêrêziyeke mezin e ji xwîna şehîdan re. Wê şandê helwesteke nerim bo
Bexda û bi taybetî bo Nûrî Malikî nîşan da. Pêwîst e dema kurd serdana
Bexdayê dikin wek şandeke hevbeş serdana wê bikin. Niha xelkê Kurdistanê
bi guman li wê serdana Goran û YNKê dinerin, ji ber ku diyar e dixwazin xwe
bixin bin siya Bexdayê de.”




