26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo şanda Îranê: Em dilgiran in ji topbaran we

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel şandeke pilebilind a Komara Îslamî ya Îranê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hemberî topbarana sînorên Herêma Kurdistanê û gihandina ziyanan bi bi welatiyên navçeyê, nîşan da.

Îro danê sibehê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Îranê kir û di wê hevdîtinê de şanda Îranê dilxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û piştre behsa pêşhatên ewlehiyê yên navçeyê bi giştî û sînorên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî, hat kirin.

Derbarê vê yekê de, Serokwezîrê Kurdistanê dilgiraniya xwe li hemberî bûyerên vê dawiyê û bitaybetî topbarana sînorên Herêma Kurdistanê û gihandina ziyanan bi welatiyên wan navçeyan, diyar kir, ji ber ku gelek welatiyên wan navçeyan ziyan dîtine û ji cihên xwe bar kirine.

Di wê civînê de, herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîst e pêwendiyên dêrîn û dîrokî di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de bên parastin û rê bê girtin li her hewlekê bo dirûstkirina astengiyan li pêşiya wan pêwendiyan.

Ji aliyekî din ve, pêşhatên dawî yên şerê terorîstên DAIŞê û çend mijarên girêdayî wê hatin gotûbêjkirin.
 

Nûçeyên têkildar