26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka konsulê xwe yê Hewlêrê guhert

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Amerîkayê konsulê xwe yê Hewlêrê guhert. Konsulê niha xatir ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî xwest.


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê, pêşwazî li konsulê Amerîka yê Hewlêrê, Matthias Mitman û konsulê nû yê wî welatî Ken Gross û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Mitman ku, di demeke nêzîk de wezîfeya wî weke konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê xilas dibe, ji bona wê hevahengî û hevkariya di navbera wan de hebû, spasiya serokwezîr û xelkê Kurdistanê kir û destxweşî li xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di demeke gelek dijwar de karîn bi baştirîn awayî îdareya herêma xwe bikin û destketiyên baştir bidest bixin.

Mitman, Ken Gross ku, dê di demeke nêzîk de weke konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dest bikar bibe, bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da naskirin û hêvî xwest ku, ka çawa piştgirî û hevkarî bi wî re dihat kirin, bi heman awayî xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî û hevkariya Groz jî bikin.

Serokwezîr Barzanî jî spasiya Mitman kir ku di dema karkirina xwe de li Herêma Kurdistanê gelek karên baş kir û hêvî kir ku ew di karê xwe yê nû de serketî be.

Nêçîrvan Barzanî her wiha tekîd kir ku, ka çawa hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar û piştevanê konsulê berê yê Amerîkayê bû, bi heman awayî dê piştevan û hevkarê konsulê nû jî be û hêviya serketinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî got ku, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkelî digel welatên cîhan û herêmî hebe û hêvî xwest ku, têkeliyên Hewlêr û Waşîngtonê xurtir û berfirehtir bibin.

Nûçeyên têkildar