Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa terorîstî ya Stenbolê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa terorîstî ya dûh li Stenbolê di balefirxaneya Ataturk de pêkhat şermezar kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji malpera hikûmetê re ragihand; ‘’Wek hikûmeta herema Kurdistanê em êrîşa terorîstî ya li Stenbolê di balefirgeha Ataturk de pêkhatî û di encamê de hejmarek geştyar û xelkên sivîl bûn qurban em şermezar dikin.’’
Herwaha Sefîn Dizeyî diyar kiriye: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê di rêzên herî pêş ên şerê dijî terorê de ne û em ji herkesekî baştir êş û xemên destê terorê tê digehin û herwaha serxweşiyê û şirîkê xem û hevderbûna xwe li gel hikûmet û gelê Tirkiyê û kesûkarên qurbaniyan aşkera dikin û hêviya silametiyê ji birîndaran re dixwazin.’’
Di dawiyê de jî Sefîn Dizeyî dibêje: ‘’Erîşên terorîstî yên waha carekedin vê rastiyê teqez dike ku, teror li kuderê bikare wê derba xwe dayne û tu dem û cîhekê nasnake û ev yek jî bêhtir pêdiviya bihêzkirina bereya dijî terorê li ser asta herêm û cîhanê de derdixe pêş.’’




