26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKSê girtina endam ê PDK-Sê ji aliyê PYDê ve şermezar kir

Çavkanî: KDP.info
 
Rojava-KDP.info- Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di
 
daxuyaniyekê de girtina Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdsitanê
 
- Sûriyê (PDK-S) û Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdulkerîm Mihemed
 
Bavê Luqman şermezar kir.
 
 
ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaza serbestberdana hemû girtiyê siyasî ji
 
zindanên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir, herwiha di daxuyabiya ENKSê
 
de ku kopiyek jibo BasNews hatibû şandin hatiye: “Di dema ku alîgirên
 
ENKSê li Amûdê sêyemîn salvegera Kareseta Amûdê ku têde li ser destê
 
çekdarên PYDê 6 kes şehîdbûn û bi dehan xelkên sivîl birîndarbûn
 
bibîrtanîn, piştî bidawîbûna merasîmê, du otombîlên ser bi çekdarên PYDê
 
ve Ebdulkerîm Mihemed giritn û ew birin cihekî nediyar.”
 
 
Ji aliyekî din ve ENKSê di daxuyaniya xwe de kiryarên PYDê û hêzên çekdar
 
ên ser bi wê partiyê ve bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku, ev kiryarên
 
hovane lidijî endam, alîgir û partiyên ENKS werin rawestandin, herwiha
 
daxwaz ji hemû rêxistinên navdewletî û Kurdistanî yên mafê mirov kirine
 
ku, fişarê li PYDê bikin jibo van kiryarên xwe li dijî ENKSê û cemawerê ENKSê
 
rawestîne.

Nûçeyên têkildar