Êrîşkarê ser Rûdawê hat girtin..Endamekî Komela Îslamî berguman e

Hewlêr-KDP.info- Asayîşa Hewlêrê ew kesê ku êrîşî ser Rûdawê kiribûn
binçav kirin. Herwiha kesekî din girtine ku endamê Komela Îslamî ya
Kurdistanê ye û ew jî berguman e ku destê wî di teqînê de hebe.
Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê nasnameya wan kesên ku bi bombe êrîşê
avahiya navendî ya Tora Medyaya Rûdawê eşkere kir.
Li gor daxuyaniya Asayîşa Hewlêrê ku roja 28ê Hezîranê hatiye belavkirin,
kesê bi nave Rêbûwar Wûrya Salih şeva borî di demjimêr 02:30’ê de hatiye
binçavkirin û li xwe mikûr hatiye ku wî ev êrîş pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama mikûrhatinên tawanbar de
derketiye hole ku endamekê Malbenda Komela Îslamî yê Hewlêrê yê bi
nave Sedî Mistefa Ebdurehman jî, ji ber nave wî weke gumanbar derbas
dibe, hatiye binçavkirin.
Asayîşa Hewlêrê ragihand ku lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike û
wê encamên wî ji rayagiştî re bêne eşkere kirin.




