Serok Barzanî rizgarkirina Feluca li Ebadî pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahiya
azadkirina Feluca li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.
Roja sêşem 28.06.2016 li peywendiyekî telefonî ya di navbera Mesûd
Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya azadkirina bajarê Feluca li
Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê kir û bi vê helkeftê ve pîrozbahiyê li gelên
Iraqê kir û xweşhaliya xwe jî bi şikesta terorîstên DAIŞê li bajarê Feluca
nîşan da.
Her li vê peywendiya telefoniyê da her dû alî tekez li ser peywendî û
hemahengiya berdewamiya Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê ya li
rûbirûbûn û ji navbirina terorîstên DAIŞê kir.




