Bêtir ji 70 çalakvanên Kurd hatine binçavkirin

Li gor ragehandinên Turkiya duhî hêzên êmnahyên Turkiya li bajarên Mêrdîn, Erzrum û Batmanê dest bi operasiyoneka mezin kirin.
Di encama wê operasiyonê de bêtir ji 70 çalakvanên Kurd bi egerê ku peywendyên wan li gel KCK hene hatine binçavkirin.
Ji aliyê xwe ve Ahmed Turk siyasetmedarê navdarê Kurd jî dibêje ku tiştê niha hikûmeta Erdoxan dike nîşan dide ku li cihê çareseriyê Erdoxan bizava jinavbirina Kurdan dike.




