130 keçên êzdî tevlî Hêzên Pêşmerge bûne

Zaxo-KDP.info- Nûnerê Kurdên Êzdî di Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Kurdistanê de Şêx Şamo ragihand ku ew keçên kurdên êzdî ku ev demek e dihatin perwerdekirin, bûn beşek ji Hêzên Pêşmerge, ku navê wan jî Keçên Roj.
Şêx Şamo Nûnerê Kurdên Êzdî di Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “130 keçên êzdî hatine perwerdekirin ku navê wan Keçên Roj in û ser bi Fermandehiya Şingalê ve ne. Diyar e ew keç li ser razîbûna serkirdeyên leşkerî û çavdêriya Serok Barzanî bi awatekî zanistî hatine perwerdekirin û ev cara yekê ye ku tiştekî wisa bê kirin.”
Şamo wiha got: “Derçûna van keçên ku bûn beşek ji Hêzên Pêşmerge, peyamek e bo neyarên Kurdistanê ku miletê kurd teslîmî ti dijminekî nabe û keçên êzdî ligel birayên xwe yên Pêşmerge xwe û Şingalê diparêz in û ev yek karekî gelekî pîroz e û dibe bingeh bo keçên din ên êzdî.”




