26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK hemû hewlên xwe bo rêkxistina nav mala kurdî dide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsekî PDKê eşkere kir ku PDK ligel wê yekê ye ku îsal referandum bê kirin û hemû hewlên xwe bo rêkxistina nav mala kurdî dide.

Ekrem Salih Berpirsê Şaxa 22 ya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK rijd e li ser encamdana piroseya referandumê û eger rewş guncay be îsal referandum dê birêve biçe, lê pêwîstî bi zemînesazî û yekrêziya niştimanî heye, lewma PDKê hemû hewlên xwe dide bo rêkxistina nav mala kurdî û îsal referandum birêve diçe.”

Ekrem Salih wiha domand: “Referandum pirsekî neteweyî û niştimanî ye û ne pirsekî hizbî ye û her aliyek xwe ji vê pirsê bidize bo her hêncetekê ve berpirsyaretiyekî dîrokî dikeve histê wî de. PDK destpêşxeriya referandumê kiriye û piraniya aliyên siyasî li ser razî bûne û dive ku ji aliyê teknîkî nêrînên cuda hebin.”
 

Nûçeyên têkildar