Nêçîrvan Barzanî serdana Emîndarê Yekgirtû kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
serdana Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Islamiyên Kurdsitanê(Yekgirtû)
Selahedîn Mihemed Behadîn kir.
Pêşnîvroja îro 26 Hizêranê, li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî serdana Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Mamoste Selahedîn
Behadîn.
Di dîdarê de Serokwezîr Barzanî pîrozbahiya Mamoste Selahedîn li ser
wergirtina wî ji posta Emîndarê Giştî yê Yekgirtû kir û hêvî kir ku, ev yek
bibe sedema bêhtir hevgirtin, aştiyê û hevqebûl kirinê.
Di civînê de herdu aliyan ronî dan ser rewşa niha ya Herêma Kurdistan û
navçeyê û girîngiya asayî kirina vê rewşê, Barzanî rola Yekgirtû û Mamoste
Selahedîn Behadîn bi bilind nirxand li ser hewldanên wî jibo asayîkirina
rewşa Kurdistanê û ragehand ku, ew bi hêvî ye ku hewldanên wî bibin
sedema jihevnêzîkbûn û çûna hemû aliyan jibo ser mêza gotûbêjan.




