26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê gumrikê ji kurdên Rojavayê Kurdistanê werdigire

Çavkanî: KDP.info
 
Zaxo-KDP.info- Rêveberê Xala Sînorî ya Pêşabûrê ragihand ku biryar bû em
 
û Rojavayê Kurdistanê di sînor de me gumrik ji xelkê nestandibana, lê îro
 
PYDê ew biryar jibîr kir û nehişt ti pez û sewêl derbasî Başûrê Kurdistanê
 
bibin.
 
Şewket Berbuharî Rêveberê Xala Sînorî ya Pêşabûrê ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Biryar bû îro Yekşemê li gorî rêkeftina di navbera me û aliyê
 
Rojava de, anîna pez û sewêlan bi bêgumrikê ba, lê mixabin îro PYD
 
daxwaza gumrikê ji xelkê kir û kamyon vegeriyan. Me ew biryar dabû ji bo
 
alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê ne ji bo girankirina barê wan. Diyar e
 
jiyana xelkê wisa dijwar bûye ku nema karin pezên xwe xwedî bikin.”
 
 
Berbuharî wiha got: “500 hezar pez û sawêl li ser sînor bûn lê PYDê rê neda
 
man derbas bibin û neçar bûn ku vegerin.”

Nûçeyên têkildar