26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Bo aramiyê 10 sal gotûbêj baştir e ji saeteke şer

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şanda Partiya Sosyalîsta
 
Kurdistanê – Tirkiye kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku ji bo aramiyê û
 
parastina jiyana xelkê, 10 sal gotûbêj baştir e ji saeteke şer.
 
 
Roja yekşem 26.06.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê pêşwaziya şandekî Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK)– Tirkiye
 
kir ku ji Mesûd Tek Serok, Aladîn Aras, Qurbanî Demîr û Hacî Hesen
 
Endamên Desteya Serokayetiyê û Welî Koparan Nûnerê PSK li bajarê
 
Hewlêrê pêkhatibûn.
 
 
Li hevdîtinê de şanda mîhvan bi kurtî rewşa siyasî û emnî ya Bakûrê
 
Kurdistanê û girjî û şer û pêkdadanan behs kirin û nîgeraniya xwe li ser
 
rewşa jiyana hemwelatiyan nîşandan ku bi sedema alozî û şer mal û halên
 
xwe bi cîh hiştine.
 
 
Di beşekî dinê civînê de Serok Barzanî ji kar û çalakiyên partiya xwe û
 
destpêkirina wan ya wekî Partiyekî fermî agahdar kirin û daxwaza rêniwênî
 
û şîrovekirina rûdan û guhertinên siyasiyên navçeyê ji Serok Barzanî kirin.
 
 
Li beranber da Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi destpêka karê fermî ya
 
Partiya Sosyalîsta Kurdistanê – Tirkiye nîşan da û hêviya serkeftinê ji bo wan
 
xwest û daxwaz jî kir ku li xebata xwe ya medenî û siyasî da berdewam bin.
 
 
Di derbarê rewşa Bakûrê Kurdistanê Serok Barzanî hêviyê xwest ku dawî bi
 
êş û azarên hemwelatiyan bê û mantiq û eqlaniyet vegerê ser siyaseta
 
aliyan û tekez jî li wê yekê kir ku bi navê aramî û hevdû têgihîştin û
 
parastina jiyana xelkê de, deh sal guftûgo baştire ji yek demjimêr şer. Ji ber
 
ku şer kavilkarî û koçberî û wêraniyê bi xwe re tîne û dibê sedemek ku xelkê
 
tundrew û şovenîst bihêztir bibin û proseya aştî tûşî rawestanê bibê.

Nûçeyên têkildar