26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îtalya: Pêşmerge di hizra gelê me de wek qehreman tê naskirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Lîjneya Karubarên
 
Derveyê Encûmena Pîrên Îtalya kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan
 
spasiya Hêzên Pêşmerge kir ku bi mêrxasî şerê terorîstan dikin û balkişand
 
ser wê yekê ku Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan de, di hizra gelê Îtalya de
 
wekî firyadresêk hatiye wêne kirin.
 
Roja yekşem 26.06.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê pêşwaziya Pêrfêrdînando Kazînî Serokê Lîjneya Karubarê
 
Derveyê Civata Pîrên Îtalya û şandekî li gel kir.
 
Li hevdîtinê de Serokê Lîjneya Karubarê Derveyê Encûmena Pîrên Îtalya
 
spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina hevdîtinê û destxweşî û spasî hêzên
 
Pêşmerge kir ku azayene şerê terorîstan dike û balkişand li ser wê yekê ku
 
Pêşmerge li şerê dijî terorîstan da li hizra gelê Îtalya de wekî firyadresêk
 
hatiye wêne kirin.
 
Eve jî xisterû ku gelek raziye li asta hemahengiya di navbera hêzên welatê
 
xwe û hêzên Pêşmerge de, bi taybetî ji bo parastina Bendava Musil û tekez
 
li berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê kir.
 
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji
 
bilî spasiyên ji bo palpiştiya hevpeymanan û Îtalya, gelê Îtalya wekî dostekî
 
nêzîkî gelê Kurdistanê wesifkir. Paşê li gotarek da behsa gefên terorê ya ser
 
bi giştiya mirovayetî û siruşt û serhildana terorîstên DAIŞê li Iraq û navçeyê
 
û çawayiya rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û têkşikandina wan ya ji aliyê
 
Pêşmerge kir û tekez li wê yekê kir ku ji bo ji navbirina terorê hewlekî hemû
 
aliyenaya navdewletî pêwîste.
 
Serok Barzanî behsa wan ziyanên mirovî û aboriyan kir ku li encama êrîşa
 
terorîstan ber gelê Kurdistanê ketiye û ji bilî balkişandina bi hebûna sedan
 
hezar koçberan eve jî xisterû ku Hikûmeta Iraqê li yarmetîdana Herêma
 
Kurdistanê ya penaberan de kêmterxem bûye.
 
Her li vî civînê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî û guhertin û
 
gengeşeya tayîfî ya li navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.

Nûçeyên têkildar