26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Derbendî: Em çavdêriya PYDê dikin li Sêmalka

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Serok Barzanî bo karûbarê Rojavayê Kurdistanê
 
Dr. Hemîd Derbendî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
 
di xema Rojava de ye û ew li Sêmalka çavdêriya PYDê dikin da ku gumrikê ji
 
xelkê nestîne.
 
Dr. Hemîd Derbendî Nûnerê Serok Barzanî bo karûbarê Rojavayê Kurdistanê
 
ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî piştevaniya xelkê Rojavayê
 
Kurdistanê dike û ji destpêka şoreşa Sûriyê ve hewl dide ku hemû aliyên
 
siyasî bibin yek.”
 
Derbendî wiha got: “Beriya demekê ji ber berjewendiyên xelkê Rojavayê
 
Kurdistanê deriyê sînorî yê Rojavayê Kurdistanê hat vekirin da ku derman û
 
xwarin û pêdvî biçin Rojavayê Kurdistanê û piştre me derî bo anîna pez û
 
sewêlan jî vekir, da ku sûdê jê bibînin.”
 
Hemîd Derbendî wiha domand: “PYDê bi awayekî mezin destê xwe datanî
 
ser sînor, lê vê carê me ew agahdar kirine û beriya çend rojan hewl didan
 
destê xwe deynin ser şekir û birincê û ew bi xwe kart ê de bikin, lê berpirsên
 
aliyê Herêma Kurdistanê ligel wan civiyan û ev pirsgirêk çareser kirin.”
 
Derbarê biryara Serok Barzanî bo vekirina sînorê Rojava bo hatina pez û
 
sewêlan, Dr. Hemîd Derbendî wiha dimand: “Me biryar daye ku gumrik ji
 
xelkê ku pez û sewêlan tînin Başûr neyê standin ji herdu aliyan ve û em li
 
hêviya wan ne ku îro bersiva me bidin.”

Nûçeyên têkildar