26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mela: Hêj rêkeftin nehatiye kirin ku Pêşmergeyên Rojava vegerin

Çavkanî: KDP.info
 
Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela ragihand ku
 
heta niha ti rêkeftinek bo vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yê li
 
Başûrê Kurdistanê nehatiye kirin.
 
Siûd Mela Sekreterê PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em
 
berdewam hewl didin ku her 5 hezar pêşmergeyên xwe vegerînin Rojavayê
 
Kurdistanê , lê hêj rêkeftin nehatiye kirin, helbet PYDÊ dibêje eger ew
 
Pêşmerge vegerin dê şerê birakujî çêbibe, lê em naxwazin tiştekî wisa
 
derkeve.”
 
Nûnerên Kantonên PYDê li Herêma Kurdistanê behsa wê yekê dikin ku di
 
nava xwe de razîbûne Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin lê wek ew
 
dibjin pêwîst e wek polîsên çûnûhatinê vegerin.
 
Derbarê wê yekê de Siûd Mela ragihand: “Xelkê Rojavayê Kurdisanê daxwaz
 
dikin ew Pêşmerge vegerin da ku parastina wan bikin û şerê dijmin bikin lê
 
PYDê rê nade wan.”
 
Mela da zanîn ku, “Nûnerên kantonan li Başûr ti biryarek di destê wan de
 
tune ye û ew tenê daxuyaniyan didin û biryar di destê PYDê de ye.”

Nûçeyên têkildar